Kerborana xemgiran
Cihê kulîlk û bilbizêkên rengîn,
serkaniya çand û wêjeya dewlemend. Xewn û
xeyala hezar salan, dilbixema evîndarî, wargeha
serpêhatî û çîroka kone, mijara stran
û helbestên hunermendan, hêlîna kul û
keserên giran: Kerborana xembar. Ev der yek ji
navçeyên Mêrdîna sêrîn e. Ew; bi
xwezaya xwe ya bedew û bi xemla xwe, yek ji bedewtirîn
bajareke dîrokî û kurdewarî ye. Li gorî
berhemên dîrokî yên berbiçav, avakirina
Kerboranê xwe digihîne sed sal berê.
Kerboran, yekem car ji aliyê kurdên êzidî,
ermen û asûriyan ve hatiye avakirin. Ji bilî kurdan,
malbatên asûrî-sûryaniyan yên wekî
Mala Lahdo, Mala Xaço û bi dehan malbatên mezin,
heta bîst sal berê jî li Kerboranê jiyana xwe
didomandin. Lewra hê jî, kavilên dêran û
berhemên zindî yên wekî 'Kêla Sûr',
'Deriyê Sinat' û 'Pira Miradan' çavdêrên
Kerboranê ne. Kerboran, bi zêw û cejnên xwe
yên herêmî, navçeyeke bedew e. Ligel ku
îro gelek avahiyên nû li Kerboranê hatibin
avakirin jî, anc (aqid) û sêlingên xwe
yên kevnar, xemla ciwaniya bajarvaniya vê
navçeyê û cudahiya taxên bajêr didin
xuyakirin. Ji taxên bajarê Kerboran ên herî
kevn, ev in: 'Suka Xwar', 'Kaskê Dêrê', 'Tilik',
'Rastika Serayê', 'Micirsefa' û 'Serê Dahlê'.
Li navenda Kerboranê du dêrên kevnar hene. Her wisa
du mizgeftên kevn jî hene ku navê wan ev in:
"Mizgefta Minarê" û "Mizgefta Rastikê." Ji hêla
rûnistvanên bajêr ve, dêra
asûrî-sûryaniyan, wekî "Dêra
Rastikê" û "Dêra Tilik" hatine binavkirin.
Li Kerboranê rez, dehl, daristan û mexer zêde ne.
Xwedîkirina sewalan ango pez û dewaran, li gundên
derdora Kerboranê zêde tê kirin. Lê ev
çend salên dawî ne, ji ber ku piraniya gundan hatine
valakirin û sewitandin, rewsa aborî û debara
rûnisvanên Kerboranê ketiye rewseke xirab. Ev
navçeya bedew ku ji çar aliyên wê bi
çol, beyar û çiyan ve hatiye
dorpêçkirin, xwedî mexereke têrber e. Ji
vê mexerê re "Mexera sibêbiyê" tê gotin.
Li vê Mexerê, bêhtirîn bostan, rez û
gelek rengên çandinî yên wekî genim,
nîsk, ce, nok, kizin, soqil, singuv û hwd. têne
çandin. Li bakurê Kerboranê, "Newala Asa" heye ku li
herêmê xwedî gelek serpêhatiyên
balkês e. Girêdayiyî Kerboranê çend
gundên mezin ên bi navê Xelîla, Deywan, Basqil,
Zengan, Emara, sibêbî, Çêlika Eliyê Remo
hene. Ji bilî van gundan, bi dehan gund û zivingên
vê navçeyê yên wekî Avadorê,
sikevtika, Kupras, Qewaqa, Banêhebanê, Meranê, Botij,
Berê Zêwê, Derêca, Zêwikê,
Dîlan, Basrût, Berkevan, Dêrijkê,
Îzarê, Zivingê, Erbayê, Xerabeka, Tiriwa,
Gelîkûr, Germavê jî hene. Her wiha hinek
gundên bi ked û bereket ên wekî Avadorê,
Derêca û gelek gundên wekî wan hene. Bi
taybetî 'Birinca Gulbîs' yek ji midrebê gundê
Avadorê ye û bi taybetî yê gerika Basqilyane,
Pistî birinca Qerejdax û Urmiyeyê birinca herî
bi nav û deng e. Lewma bazara navçeya Kerboranê bi
taybetî ji gundên wê ye.
Kerboran; bi govend û reqsa xwe ya li ber kemançeya nemir
Miradê Kinê, xwedî qadeke hêja ye. Wê,
gelek hunermendên wekî Resîdê Kinê
û Miradko, Mihemedê Resît, Hesenko,
Mehmûdê Zenganî û gelek govendkêsên
navdar, di hembêza xwe de hewandiye. Miradê Kinê ku
li herêmê bi navê Miradko tê nasîn, yek
ji stûnên muzîka klasîk a kurdî ye. Mirov
dikare bibêje ku di dema xwe de, yek cejn û sahiyên
Kerboranê bê Kemançeya Miradko derbas nedibû.
Tu hatî xewn û xeyala min li welatê
biyanî
Ew sevên te yên bedew min dikisînin ji vî warî
Her tu li
bîra minî Kerboranê
Nizanim çima îro kolanên te bêdeng û xalî
ne
Çima kasikê Derê wisa xemgîn e
Nizanim tu li benda reqsa ber
Kemança nemiroyî
Nizanim te bêriya mistaxên tiriyên bilbizêkiye kiriye
Û ne jî bêdengiya te hesreta azadiyê ye
Rabe û binêre bila biqede
hesreta ber dîwar û kolanan
Bila bi dawî nebin sevên li ber destaran
Hey
Kerborana xemgiran.
I. Dilbirîn CAN - Tous droits réservés